Vous êtes sur la page 1sur 15

BERNAV ango CÎNAV (pronom,

pronoun)

Sobhî Ahmed: s_ahmed6@hotmail.com

Xwendevanên hêja û dilovan! min zû ve dixwest ji


we re li ser vî babetê giring binivîsim, lê dîse jî ne
dereng e. Ji ber ku kîjan kêlîka te rahişt pênûsa xwe
hingî dema te ye. Ez dixwazim di nav hin şiroveyên
xwe de yên ziman bi taybetî li ser avakirina peyvan
û hevokan (syntax) bisekinim. Min ev babet pir
pêwîst û giring dît. Ji ber ku zimanê me pêdivî bi
rêzimane-ke yekbûyî heye. Ez ê ji xwendevanên
hêja û nirxdar re binivîsim. Lê em ê ji cûreyên
peyvan (wûşe, şore, kelîme, word) dest pêbikin ta
em bigihin hevokan (pevek, rist, cumle, sentence).
Dema ku em dinivîsin, nayê wê watê ku em ji
şaşiyan bê parin. Lê em bi hêvî ne, dema têbîniyên
we li ser cûreyên peyvan û avakirina hevokan
hebin, ji kerema xwe re ji me re rêbikin. Wê gavê
em ê we gelekî sipas bikin û em ê bi serê hev bixin.

Ziman çi ye?

du wate ji ziman re hene, wata giştî û wata taybetî.


Di wata giştî de, ziman hacêta kû mirov dikare
insan , lawir û tiştan ji hev cuda bike yan veqetîne,
lê di wata xwe ya taybetî de, ziman stûna netewî
ya bingehîn e. Bê ziman netewe nayê naskirin.

1
Dema em bêjin alman, inglîz, holandî, faris,
firansis, ermenî, ereb û kurd…………….. û hwd.
Mirov dizane û wan nas dike ku.
Alman bi zimanê almanî dizanin.
Ingilîz bi zimanê ingilîzî dizanin.
Holandî bi zimanê holandî dizanin.
Faris bi zimanê farisî dizanin.
Ermenî bi zimanê ermenî dizanin
Ereb bi zimanê erebî dizanin.
Kurd bi zimanê kurdî dizanin.
Ji ber vê yekê ziman di nav gelan de deyardeyeke
(zahire, phenomine) xwezayi ye û ti gel bê ziman
nayên naskirin.

Rêziman çi ye?

Rêziman bingeheke tekûz kiriye, ku ziman li gor wê


dimeşe û dikare li gor wê bê bikaranîn. Saskirina
her zimanî li gor hin bingehan tê danîn, derveyî van
bingehan, ziman tevlî hev dibe. Lewra di her zimanî
de hin bingeh û rê ji wan re hatine danîn, her weha
zimanê kurdî jî li gor bingeh û rêzikan tê bi karanîn,
lê zimanê kurdî jî mîna zimanên cîhanê li gor
pêşveçûnên civakê pêşve diçe.

Bandora rêziman li ser ziman.

Bi rastî bêyî rêziman ti ziman nikarin bi rengekî


durust û sererast bi rê ve herin. Çawe ? dema yek
rêzimana zimanê xwe nizanibe, zimanê wî ne rast
tê bikaranîn û kesên li dora wî tê nagihêjin ango
ber peyvên wî nakevin. Rêziman nijnandina tej û

2
peyvan in û hûnandina peyvan û hevokan in û
rastkirina nivîsandinê ye.

Cûdahîya di navbera Zimanan de.


Rêziman û zimanê kurdî jî mîna yên cîhanê ne.
Gelek nêzîkî di navbera zimanê me û grûpên
zimanên iranîyan de heye, lê gelek cûdahî dinav
bera zimanê me û yên cîhanê de jî heye.
Wek ku di van hevokan de tê xwiyakirin.
Kurdî : min av vexwar
Kiryar berkar lêker
Subj. obj. Verb
Ingilîzî: I drank water
Kiryar lêker berkar
Erebî : şerib tu al mae
Lêker kiryar berkar
Holadî: ik geef de bal aan hem
Kiryar lêker berkar têrker.
Ta bi jimarên kurdî jî ne weke yên van grûpan in.
Lê wek yê indo iranîyan in, lê ne wek yên ereb û
awropiyan in. Wek:
Yek – du (didu) – sê (sisê) – çar – pênc – şeş – heft

Heşt – nih –deh…………………………

3
BERNAV an CÎNAV (pronom, pronoun)

Bernav an cînav ( pronom) çi ne? Û ark û delam-


etên wan çi ne? Bernav peyveke şûna nav digire û
ew peyveke bigehîn e, rola bernavan di nav
hevokan de gelekî giring e.
Wek: Qasim xwarin xwar
Wî xwarin xwar
Min destê xwe hilda
Şîlanê ez pêşwazî kirim
Wê ez pêşwazî kirim

Du celeb ji bernavan hene:


a-Bernavên Tewangî (tewandî) ev in:
min –te - (wî,wê)- me- we - wan

b-Bernavên radêr (xweser) ev in:


ez - tu – ew – em – hûn- ew

4
Ev herdu girûpên bernavan li gor deman tên
bikaranîn. Dema celebê yekem (bernavên tewangî)
wek kiryaran tên bikaranîn celebê din (bernavên
radêr) dikarin ji wan re bibin berkar (bireser). Her
weha dema celebê din (bernavên radêr) wek
kiryaran tên bikaranîn (bernavên tewangî ) jê wan
re dibin berkar û bi vî rengî li gor deman tên
bikaranîn. Ji ber vê yekê gereke em demên zimanê
kurdî baş zanibin. Rola bernavan gelekî giring e, ji
ber ku mirov dikane bernavan di cihê navan de
bikarbîne.

Awayên bikaranîna bernavan.

1-Bernavên tewangî bi demên bûhêrkê re tên bi-


karanîn û dikarin ji hevokan re bibin kiryar.

a-Bi demên bûhêrkê re.


-bi dema bûriya têdayî re.
wek :
min bar hilgirt
te bar hilgirt
( wî, wê) bar hilgirt
me bar hilgirt (bar wek yek jimar tê
dîtin)
we bar hilgirt
wan bar hilgirt .
li vir bar wek yekjimar tê bikaranîn û dema em bar
wek geljimar bikarbînin divê em bêjin (me bar
hilgirtin .)

5
b-Bi dema bûriya dûdar re .
wek:
min sêv xwariye
te sêv xwariye
(wî,wê) sêv xwariye
me sêv xwarine (li vir gelek sêv)
we sêv xwarine (li vir gelek sêv)
wan sêv xwarine (li vir gelek sêv)

li vir dema me berkar (object) wek yekjimar bikar


aniye me lêker jî yekjimar nivîsandiye û dema me
berkar wek geljimar bikar aniye, me lêker jî wek
geljimar nivîsandiye. Ji ber ku rola berkar di forma
lêkerê de heye, dema hevok bi dema xwe ya bûrî
be.

c-Bi çîroka dema bûrî re.


wek :
min sêv xwaribû
te sêv xwaribû
(wî, wê) sêv xwaribû
me sêv xwaribûn (li vir gelek sêv)
we sêv xwaribûn (li vir gelek sêv)
wan sêv xwaribûn (li vir gelek sêv)

dema me sêv wek yekjimar bikar aniye weha me


lêker jî wek yekjimar bikar aniye, lê dema me sêv
wek geljimar bikar aniye, wê gavê me lêker jî wek
geljimar bikar aniye

6
ç-bi çîroka dema niha re.
wek :
min xwarin dixwar
te xwarin dixwar
(wî, wê) xwarin dixwar
me gul dijmartin
we gul dijmartin
wan gul dijmartin …………

Bi giştî dema em berkar (object) bi yekjimar an bi


geljimar bikarbinin, gereke em lêker jî di wê formê
de bikar tînin.

2-Bernavên tewangî bi dema nihokê û dema



bê (pêşerojê) re dikarin bibin berkarên
(objectên)
dîrêkt
wek :
a-Bi dema niha re
Alî min şiyar dike
Mezlûm te şiyar dike
Mezlûm (wî,wê) şiyar dike
Ew me zane dikin.

7
Ew we zane dikin
Em wan zane dikin

b-Bi dema wê bê re:


Alî yê min şiyar bike
Mezlûm ê te şiyar bike
Mezlûm ê (wî,wê) şiyar bike
Ew ê(n) me şiyar bikin
Ew ê (n) we zane bikin
Em ê(n) wan zane bikin

3- Bernavên tewangî dikarin bibin berkarê


indîrêkt
bi her demê re.
Wek :
Dema nihokê

Alî li min dixe


Alî li te dixe
Alî li (wî,wê) dixe
Ew li me dixe
Ez li we dinerim
Hesen bi wan dikene

8
Dema wê bê (pêşerojê)

Ew ê bi min şiyarbibe
Nezîr ê bi te bihise
Ez ê bi (wî, wê) bikenim
Hûn ê(n) bi me bihisin
Alî yê ji we re bibêje
Osman ê ji wan re bibe pişt

Demên buhêrkê
Alî li min xist….xistiye …….. xistibû……...dixist…
Wî li te xist…… .Xistiye……...xistibû………dixist
Min li (wî,wê) xist...xistiye……xistibû……..dixist..
Heval li mr xist…xistiye………xistibû………dixist
Osman li we xist...xistiye…….xistibû………dixist
Xelîl li wan xist....xistiye.…….xistibû…….dixist

Têbînî : dema daçek berî berkarekî tê bikaranîn,


hingî ew dibe berkarê indîrêkt.
Te ez kuştim
Kiryar berkarê dîrêkt lêker
Ez li te dixim
Kiryar berkarê îndîrêkt lêker

Bernavên radêr bi lêkerên têper re (transitive)


dikarin wek berkarên dîrêkt bi demên bûhêrkê re
bêne bikaranîn.
-Bi dema niha û dema wê bê (pêşerojê) re tim
wek kiryar têne xwiyakirin.

9
wek:
Dema niha.
ez Salar nas dikim
tu min dixwasî
ew Remo dibînin
em we şiyar dikin
hûn me dibînin.
Ew Memo dixwazin

Dema wê bê.(pêşeroj) re
Ez ê Salar nasbikim
Tu yê min bixwazî
Ew ê Remo bibîn e
Em ê we şiyar bikin
Hûn ê(n) me bibînin
Ew ê(n) Memo bibînin

1- Bi demên bihûrkê re.


a-Bi dema bûriya têdayî re.
wek:
Ferhat ez gerandim.
Salar tu birî na bajêr
Delîl ew kuşt
Delîl em şiyar kirin
Me hûn jibîr kirin
Alî ew gerandin

b-Bi dema bûriya dûdar re. Wek:


Ferhad ez gerandime
Ferhat tu xwestiye
Salar ew kuştiye

10
Alî em xwestine
Me hûn birine
Salar ew şiyar kirine

c-Bi çîroka dema bûrî re.


Wan ez şiyar kiribûm
Wî tu silav kiribûyî
Alî ew naskiribû
Xelîl em xwestibûn
Amîn hûn nas kiribûn
Delîl ew dîtibûn
ç-Bi Çîroka dema niha re.
Wî ez şiyar dikirim
Me tu silav dikirî
Wan ew dixwest(in)
Xelîl em nas dikirin
Osman hûn daxwaz dikirin
Alî ew şiyar dikirin

bernavên radêr bi lêkerên têneper re


(intransitive) her demê kiryar in (subject), wek:
lêkerên bi wata lebatê:
liv, rabûn, rûniştin, ken, girî û qîrîn…….
Mînak:
bihûrtin –hatin – çûyin –rabûn rûniştin –kenîn –
girîn – liv -rev – qîrîn – gêjbûn- lîstin ……û hwd

Dema Niha: Dema wê bê:


Ez dibûrim Ez ê bibûrim
Tu dibûrî Tu yê bibûrî
Ew dibûre Ew ê bibûre

11
Em dibûrin Em ê bibûrin
Hûn dibûrin Hûn ê bibûrin
Ew dibûrin Ew ê bibûrin

Demên bûhêrkê:
Ez hatim ez hatime ez kenîbûm
Tu hatî tu hatiye tu kenîbûyî
Ew hat ew hatiye ew hatibû
Em hatin em hatine em hatibûn
Hûn hatin hûn hatine hûn hatibûn
Ew hatin ew hatine ew hatibûn

Ez dikenîm
Tu dikenî
Ew dikenî
Em dikenîn
Hûn dikenîn
Ew dikenîn
Bi vî rengî mirov dikane lêkerên têneper bi
bernavên radêr re bi hemû deman re bikar bîne û
ew jî wek kiryaran têne bikaranîn.

Rêzika encama bikaranîna bernavên kesok.

A.Bernavên tewangî (min, te, wî-wê, me, we,


wan)
dikarin wek kiryar, berkar û berkarên îndîrêkt
bêne bikar anîn.

1-Bernavîn tewangî dikarin mîna kiryaran bi demên


bûhêrkê re bêne bikar anîn.

12
Wek:
Min name nivîsand.
Te qewîtiya min pêk aniye?
(Wî, wê) silav rêkiribûn.
……………………………..
2-Bernavên tewangî dikarin mîna berkarên dîrêkt bi
dema niha û dema wê bê (pêşe rojê) re bêne
bikar
anîn.
Wek:
Ez wî nasdikim. Ezê wî nasbikim.
Tu min dibînî. Tuyê min bibînî.
Ew Me nasdikin ewê me nasbikin.
………………….. …………………….

3-Bernavên tewangî dikarin mîna berkarên îndîrêkt


bi hemî deman re bêne bikar anîn.
Wek:
Min bi wî re axaftin kir.
Wî ji min re gotiye.
Me ji bo wan nivîsandibû.
Wan pesnê xwe bi te didan.
Ez bi wî pir şadibim.
Ewê ji min re binvîse.

13
B-Bernavên radêr (ez, tu, ew, em, hûn, ew)
dikarin wek kiryar û berkaran bêne bikar anîn.

1-Bernavên radêr dikarin wek kiryaran bi dama


niha û dema wê bê re bitaybetî bi lêkerên têper re
bêne bikar anîn.
Wek:
Ez rojê dibînim. Ezê rojê bibînim.
Tu çîrokê dixwînî. Tuyê çîrokê bixwînî.
Ew bavê min nasdike Ewê çîrokê bizanibe
…………………….. ……………………….

2-Bernavên radêr dikarin mîna berkarên dîrêkt bi


hemî demên bûhêrkê re bêne bikar anîn.
Wek:
Wî ez êşandim.
Wan tu pêşwazîkiriye.
Min ew li Fêstîvalê dîtibû.
Mamoste sal çuyî ez hîndikirim.

3-Bernavên radêr dikarin mîna kiryaran bi hemî


deman re, bi taybetî bi lêkerên têneper re bêne
bikar anîn.
Wek:
Ez diçim Bajêr…………………………………….
Tuyê biçî Gund……………………………………
Ew ji dûr ve hat…………………………………..
Em bi wan kenîn………………………………….
Hûn bi hev re mijûlbûbûn………………………

14
Ew ji Amedê dihatin……………………………..
………………………………………………..

Xwendevanên hêja ji bîrnekin, hîn jî berdewamiya


bernavan heye. Ta niha me tenê li ser bernavên
kesok nivîsand, lê di jimarên pêş de em ê beşên
din ji we re şirove bikin. s_ahmed6@hotmail.com

Şeş beşên bernavan hene û ji hev cûda dibin, ew


jî ev in.

a-Bernavên kesok
b- Bernavê şandek (nîşndan)
c-Bernavên zayend
d- bernavê pevgirêk (gihanek)
e- Bernavê pirsyar
f- Bernavê nenas.

15

Vous aimerez peut-être aussi